21 Nisan 2019 Pazar

TARİXA GÛNDÊ ABRÎ U CAMÎ




Gûndê Abrî  li Mûşê gûndekî ser navçeya Bêlanığê ye. Abrî di navbera sala 1260 û 1280 an de hatiye avakirin. Avaksazê wê Seyyîd Mihemmed e. Di wî gûndî de camiyeke gellek taybet hatiye avakirin. Ew camî di sala 1325ê de neviyê Seyyîd Mihemmed  ku bi mahlasa ‘Eynû’l-Melek û bi navê Seyyîd Nizameddin tê nasîn ava kiriye. Navê camiyê jî ‘Eynû’l-Melek e. Camî piçikekî xar e. Li ser  rûyê erdê xar disekine. Ji ber wê yekê milletên der û dorê li ser vê xarbunê mesele vegotine. Seyyîd ‘Eynû’l-Melek qerar dide ku camiyekê li gûndê abriyê çêbike. Lê jê ra erdek(cihek) lazim e ku camîyê li ser wî cihî ava bike. Digere û dibîne ku cihekî cimcime heye. Piştre dibêje ez ê camiyê li vir ava bikim. Bi alîkariya gundiyan dest bi avakirinê dike. Di vê navberê de gundên der û dora wan seh dikin ku seyîdekî li gûndê abriyê li ser cimcimeyekî camîkî ava dike. Ji ber vê yekê di gûndê Xergiz e ku devdorê gûndê abriyê da ye weliyekî Xwedê nawi wê  Şeyx idris e ku zatê ki seyyide  divê ez herim wî zatê meşhur bibînim. Radibe li hespê xwe siwar dibe û kamçiyê xwe hildide destê xwe û diçe gûndê abriyê Şeyx idris duxaze ku kırametek nişani vi zatê bıke jı Xwedê ra dua dıke wi demê bı izna Xwedê Hespê wî di binê wî de dibe hêrçekî û kamçiyê wî jî di destê wî de dibe marekî. Piştre tê gundê abriyê. Dema kû nîzikê camiyê dibe Seyyîd ‘Eynû’l-Melek tevê hostan lı ser camiyê bune, wî zatî  dibînên  ku suwari hêrçê biye u marekî dê destê wi da u dajo tê. Seyyîd ‘Eynû’l-Melek ku vê kırametê dê bine jı Xwedê ra rıca u dua dıke u jı camiye ra dıbê “bı izna Xwedê here” Û piştre bi camiyê û bi xîmê wê ve ber bi Şeyx idris dıçe. Şeyx idris dibîne ku camî ber bi wî tê. ji hırçê xwe peya dibe û Seyyîd ‘Eynû’l-Melek  dıde sondê  dibê bêje bıra cami bêsekne  Seyyîd ‘Eynû’l-Melek  jı camiyê ra dıbê bê sekıne cami qederek rê hil dide û disekine. Dema kû disekine camî piçekî xar disekine. Şeyx idris jı Seyyîd ‘Eynû’l-Melek  ra dıbe: "Ez bi tiştekî zindî (hêrç) ber bi tewê hatım. Lê tu bi tiştekî nezindî (camî,kevir û xwelî) ve ber bê min va  hatê." Ji bo vê yekê, tu dê rêya Xwedê da jêmên mezên têrê. lı ser vê  meselê herdu dıbên testebıra ê axretê. Ji ew roj heya îro ew camî wisa xar sekiniye.