Gûndê
Abrî li Mûşê gûndekî ser navçeya Bêlanığê
ye. Abrî di navbera sala 1260 û 1280 an de hatiye avakirin. Avaksazê wê Seyyîd
Mihemmed e. Di wî gûndî de camiyeke gellek taybet hatiye avakirin. Ew camî di
sala 1325ê de neviyê Seyyîd Mihemmed ku
bi mahlasa ‘Eynû’l-Melek û bi navê Seyyîd Nizameddin tê nasîn ava kiriye. Navê
camiyê jî ‘Eynû’l-Melek e. Camî piçikekî xar e. Li ser rûyê erdê xar disekine. Ji ber wê yekê
milletên der û dorê li ser vê xarbunê mesele vegotine. Seyyîd ‘Eynû’l-Melek
qerar dide ku camiyekê li gûndê abriyê çêbike. Lê jê ra erdek(cihek) lazim e ku
camîyê li ser wî cihî ava bike. Digere û dibîne ku cihekî cimcime heye. Piştre
dibêje ez ê camiyê li vir ava bikim. Bi alîkariya gundiyan dest bi avakirinê
dike. Di vê navberê de gundên der û dora wan seh dikin ku seyîdekî li gûndê
abriyê li ser cimcimeyekî camîkî ava dike. Ji ber vê yekê di gûndê Xergiz e ku
devdorê gûndê abriyê da ye weliyekî Xwedê nawi wê Şeyx idris e ku zatê ki seyyide divê ez herim wî zatê meşhur bibînim. Radibe
li hespê xwe siwar dibe û kamçiyê xwe hildide destê xwe û diçe gûndê abriyê Şeyx
idris duxaze ku kırametek nişani vi zatê bıke jı Xwedê ra dua dıke wi demê bı
izna Xwedê Hespê wî di binê wî de dibe hêrçekî û kamçiyê wî jî di destê wî de
dibe marekî. Piştre tê gundê abriyê. Dema kû nîzikê camiyê dibe Seyyîd ‘Eynû’l-Melek
tevê hostan lı ser camiyê bune, wî zatî
dibînên ku suwari hêrçê biye u marekî
dê destê wi da u dajo tê. Seyyîd ‘Eynû’l-Melek ku vê kırametê dê bine jı Xwedê
ra rıca u dua dıke u jı camiye ra dıbê “bı izna Xwedê here” Û piştre bi camiyê
û bi xîmê wê ve ber bi Şeyx idris dıçe. Şeyx idris dibîne ku camî ber bi wî tê.
ji hırçê xwe peya dibe û Seyyîd ‘Eynû’l-Melek
dıde sondê dibê bêje bıra cami
bêsekne Seyyîd ‘Eynû’l-Melek jı camiyê ra dıbê bê sekıne cami qederek rê
hil dide û disekine. Dema kû disekine camî piçekî xar disekine. Şeyx idris jı Seyyîd
‘Eynû’l-Melek ra dıbe: "Ez bi
tiştekî zindî (hêrç) ber bi tewê hatım. Lê tu bi tiştekî nezindî (camî,kevir û xwelî)
ve ber bê min va hatê." Ji bo vê
yekê, tu dê rêya Xwedê da jêmên mezên têrê. lı ser vê meselê herdu dıbên testebıra ê axretê. Ji ew
roj heya îro ew camî wisa xar sekiniye.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder